Rojnameyên Erebî: Başûrê Kurdistanê bûye  qada alozî di navbera Washington û Tehranê de

Rojnameyên Erebî di hejmarên xwe yên îro de cih daye geşedanên li Lubnan, rewşa li Başûrê Kurdistanê û aloziya li Deryaya Sor.

Rojnameyên Erebî: Başûrê Kurdistanê bûye  qada alozî di navbera Washington û Tehranê de
3 ÇILE, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê geşedanên li Lubnanê de rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi seranv `Îsraîl piştî Xezayê berê xwe da Lubnanê û di şer de bi israr e` parve kir. Rojnameyê kuştina cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Salih El Arûrî û 2 fermandarên din jî, bi veguhastina "agirê Xezayê" ber bi Beyrûtê ve bi nav kir.

Rojnameyê diyar kir ku her kes li benda axaftina Nesrullah bû ku dihat payîn êvara çarşemê biaxive, Hizbullah bi daxuyaniyekê ji ber kuştina El Arûrî û hevalên wê sersaxî xwest. Li gori rojnameyê Hizbullah di daxuyaniya xwe de kuştina El Arûrî "bi êrişeke xetere li dijî ewlehiya Lubnan, gelê, siyaseta û berxwedana Lubnanê bi nav kir.

Rojnameyê cih da nirxandinê wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant ku diyar kir hikumeta Îsraîlê gotiye şerê li Xezayê berdewam e, wê nerawestîne.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VEGUHERIYA QADA ALOZIYÊ DI NAVBERA ÎRAN Û DYA`YÊ DE

Rojnameya El Ereb jî cih da têkiliya di navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û DYA`yê de Rojnameyê da zanîn ku ji ber wê têkiliyê, hikumeta Herêmê rûbirûyî, fişarên siyasî û aborî ji aliyê hevalbendên Îranê yên Iraqî maye. Li gorî rojnameyê ev fişar veguheriya şerekî ku milîsên şayî di bin navê "eniya berxwedanê bi Xezayê re" de dimeşîne.

Rojnameyê ev şer, bi şerê wekîlan bi nav kir ku Îran bi vê şerê armanc dike ewlehiya hêzên Amerîka li Herêma Kurdistanê têk bibe.

TEVGERÊN ÎRANÊ LI DERYAYA SOR GEFEKE RASTÎN E LÊ NÎŞANDANA HÊZÊ YE?

Tora El Hura jî cih da geşedanên li Deryaya Sor û diyar kir ku tevgerên Îranê li Deryaya Sor zêde bûne ku keştiyeke şer şand wir. Li Deryaya Sor heta niha tevgera herî wêrek e ku li hember hêzên Amerîkayê nîşan dide.

Di rojnameyê de hate diyarkirin ku tu nîşane nînin ku Tehran bixwaze rasterast şerê Amerîkayê bike, ji ber ku keştiyên wê yên şer ji yên Amerîka kevntir e, Îran bi ve gavê dixwaze hêza xwe nîşan bide.

(şx)